Koşka Spî:Trump dê digel Xi û Putin li Çînê bicivîne
Cîhan 02:49 PM - 2026-11-14
Ajans
Serokên Çîn,Rûsya û Amerîka
Serokê Amerîka wê pêşî serdana Fîlîpînê û paşê
ya Çînê bike û li qeraxê lûtkeya APECê wê digel hevtayên xwe yên Çînî û Rûs hevdîtineke
sêalî pêk bîne.
Tora Trump ya li Fîlîpîn û Çînê
Olivia Wellsê Cîgira Berdevka Kêşka Spî diyar
kir ku Serokê Amerîka Donald Trump di hefteya bê de dê serdaneke ku Fîlîpîn û
Çînê jî vedihewîne pêk bîne û di qonaxa duyemîn ya vê serdanê de wê bi hevtayê
xwe yê Çînî Xi Jinping û yê Rûs Vladimir Putin re bicive.
Wellsê dazanîn ku Trump dê serdana xwe bi
Fîlîpînê dest pê bike û paşê di destpêka hefteya bê de derbazî Çînê bibe.
Hevdîtina sêalî li qeraxê lûtkeya APECê ye
Wellsê aşkere kir ku hevdîtina sêalî ya digel Xi
û Putin dê li qeraxê Lûtkeya Forumê Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîkê (APEC) ku
biryare hefteya bê li bajarê Shenzhen yê Çînê bê lidarxistin, pêk be.
Hevdîtina dualî ya bi Xi re û karname
her wiha destnîşan kir ku Trump wê piştî nîvroya
Pêncşemê bi Xi re jî hevdîtineke dualî pêk bîne.
Derbarê rojeva gotûbêjan de jî ev tişt zêde kir
ku serok diyar kir ku ewê digel gelek mijarên din,li ser kêmkirina çekên Etomî
yên li cîhanê ku belavbûna wan metirsiyeke mezin çêdike, gotûbêj bikin.
Civîna serokên APECê li Shenzhenê
Tê çavrêkirin ku bajarê Shenzhey Yê li başûrê
Çînê di 18-19ê Mijdarê de mêvandariya 33.emîn civîna serokên Forumê Hevkariya
Aborî ya Asya-Pasîfîkê (APEC) bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

