Serokomar pîrozbahiya salvegera damezrandina bajarê Silêmaniyê dike

Êraq 10:56 AM - 2026-11-14
Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî Nûsîngeha Ragihandina Serokomar

Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî

Serokkomarê Îraqê

Serokomarê Îraqê Nîzar Amêdî, di yadê 242 saliya avakirina bajarê Silêmaniyê de peyameke pîrozbahiyê belav dike.

Naveroka peyamê:


Bi boneya 242’emîn salvegera damezrandina bajarê xweşewîst ê Silêmaniyê, paytexta rewşenbîriya Kurdistanê, germtirîn pîrozbahî û silavan pêşkêşî zarokên vî bajarê ezîz û gelê xwe yê xweşewîst dikin.

Bajarê hêja yê Silêmaniyê di serdema Mîrnişîna Baban de û li ser destê Îbrahîm Paşayê Baban, di sala 1784’an de hate damezrandin. Ev bajar ji destpêka damezrandina xwe ve heta îro, di karwanê pêşketin û geşedana bajarên mezin û girîng ên Îraq û herêmê de pêşeng bûye û bûye nimûneyeke berçav a bedewî û şaristaniya Kurdistan û Îraqê.

Bajarê Silêmaniyê li seranserê dîroka xwe bûye sembola xebat û têkoşînê û landika azadîxwazan, kesayetiyên siyasî, xebatkar, rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û dilsozên niştiman; ew kesên ku li seranserê jiyana xwe xizmeta mirovahiyê kirine û ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd û xurtkirina peywendiyên dostane û hevaltiyê ligel miletê Ereb û hemû pêkhateyên din têkoşiyane.

Hêvîdar in ku bajarê Silêmaniyê û hemû bajarên Îraqê berdewam di pêşketin û geşedanê de bin, bi awayekî ku xizmeta welatiyan bikin û daxwazên wan ên rewa yên ji bo gihîştina jiyaneke şayîste û bextewar pêk bînin.

Her tim bajarê Silêmaniyê û hemû bajarên niştimanê me di ewlehî, aramî û xweşguzeraniyê de bin.

Nizar Amêdî
Serokomar
14/11/2026


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike