Îraq rojane nêzîkî 150 hezar bermîlên petrola Besrayê dişîne Sûriyê

Êraq 10:57 PM - 2026-11-13
Naft Îraqî ber bi Banyasê ve PUKMEDIA

Naft Îraqî ber bi Banyasê ve

Bi sedan kamyonên ku petrola xav a Îraqê bar kirine, li pêşiya enbarekî nêzîkî Besrayê rêz bûn, beriya ku bi rêya çola bejahî ku bi dehsalan e bi piranî bêserûber û vala ma ye, ber bi bendergeha Banyas a Sûriyeyê ve biçin.

Îraq ku di nav Rêxistina Welatên Hinardekar ên Petrolê (OPEC) de duyemîn hilberînerê herî mezin e, ji dema ku tevgera barkirinê li Tengava Hurmizê ji ber şerê bi Îranê re hat astengkirin, dixebite ku rêyên alternatîf ji bo hinardekirina petrolê bibîne.

Du çavkaniyên agahdar ji Reutersê re diyar kirin ku ev rêya bejahî tevî bilindbûna mesrefên veguhestinê, piştî bidawîbûna şerê li Sûriyeyê yê ku bi salan domand, careke din bal kişandiye ser xwe.

Berpirsekî Wezareta Petrolê ya Îraqê, roja Înê piştrast kir ku Îraqê ji bo hinardekirina petrola xav bo bendergeha Banyasê, rêyek bejahî ya bi rêya Sûriyeyê ji nû ve çalak kiriye, ev yek jî di çarçoveya hewldanên wê de ye ku alternatîfan ji bo Tengava Hurmizê peyda bike piştî ku ji ber şerê bi Îranê re tevgera barkirinê tê de sekinî.

Rêveberê Giştî yê kampaniya Petrolê ya Besrayê Basim Ebdulkerîm, li gorî Reutersê got ku Koma Enerjiyê ya Qeterî "UCC Holding" ji meha borî ve bi kamyonan petrola xav a Îraqê dibe bendergeha Banyasê.

Ebdulkerîm da xuyakirin ku "kampaniyê dest bi veguhestina rojane ya di navbera 120 hezar û 150 hezar bermîlan de kiriye, li gorî peymanekê bi kampaniya Îraqê (SOMO) re, û mîqdarên ku tên veguhestin dê li gorî peydabûna kamyonan werin diyar kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike