Serokomar pesna hewldanên Pakistanê ji bo aşitî û aramiyê dide

Êraq 02:03 PM - 2026-11-12
Wêneyê Hevdîtinê Malpera Serokatiya Komar

Wêneyê Hevdîtinê

Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî, îro Pêncşemê 12ê Mijdara 2026an, Serokwezîrê Pakistanê Mihemed Şehbaz Şerîf û şandeya pê re pêşwazî kir, ev yek di çarçoveya karên Konferansa Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) de bû, ku li bajarê Antalyaya Tirkiyeyê tê lidarxistin.

Di civînê de ku Wezîrê Çavkaniyên Avê Dr. Musena Temîmî tevlî bû, pêywendiyên dualî yên di navbera Îraq û Pakistanê de û rêyên xurtkirin û berfirehkirina asoyên hevkariya hevbeş di warên cûrbecûr de hatin gotûbêjkirin, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevbeş ên her du welat û gelên dost bike.

Serokêomar Amêdî pesna hewldanên ku ji aliyê Pakistanê ve tên kirin da ji bo navbeynkariya di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê de, û destxweşî li pêngavên wê kir ku armanca wan bidawîanîna şer û kontrolkirina aloziyan e, bi awayekî ku beşdarî di xurtkirina aramî û danîna bingehên aştiyê de li navçeyê bike.

Di civînê de her wiha dosye û mijarên herî girîng ên ku li ser rojeva konferansa guhertina avhewayê hatibûn danîn û giringiya koordînasyona navneteweyî ji bo rûbirûbûna bandorên guhertina avhewayê hatin nirxandin.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Pakistanê tekezî li ser girîngiya pêşxistina pêywendiyên di navbera her du welatan de ya ji bo hêviyê herdu gelên dost de kir, û helwestên Îraqê yên ji bo diyalog û çareseriyên dîplomatîk ji bo krîzan bi hêja binav kir, û bal kişand ser girîngiya domandina koordînasyon û şêwirê derbarê mijarên herêmî û navneteweyî yên bi berjewendiya hevbeş de.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike