8`emîn karwanê koçberên Serêkaniyê vegeriyan warên xwe

Kurdistan 01:22 PM - 2026-11-12
Koçberên Serêkaniyê Ajans

Koçberên Serêkaniyê

Serê Kaniyê Koçber

Îro 12/11/2026`an, karwanekî din ê koçberên Serêkaniyê ku ji 363 malbatan pêk dihat, ber bi warê xwe ve bi rê ketin, Komîteya Koçberên Serêkaniyê jî daxwaz dikin ku, hejmara karwanan û malbatên bê zêdekirin.

Koçberên Serêkaniyê, ji Kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê ber bi gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê ve bi rê ketin.
Koçberên ku di karwan de cih girt, ji gundên El Menacîr, El Soda, El Sifih û El Erîşa ên Serêkaniyê ne, her wiha yên ji gundewarên rojavayê bajarê Til Temir û gundewarên bajarê Zirganê jî hene.

Hêjayî gotinê ye ku, heta niha 4 hezar û 500 malbatên koçberên Serêkaniyê vegeriyane warê xwe yê resen, lê hîn jî 10 hezar koçber li benda vegerê ne.

Her weha Komîteya Koçberên Serêkaniyê jî diyar dikin ku, hejmara malbatên di karwan de gelekî kêm in, daxwaz dikin ku, hejmara karwanan û malbatên bên zêdekirin.

Karwanê 7`emîn a koçberên Serêkaniyê di 4 û 5`ê Mijdarê de li ser 2 beşan bi rê ketibûn.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike