Silêmaniyê projeyeke pêşketî ji bo şûştina gurçikan pêktîne

Kurdistan 09:48 AM - 2026-11-12
Amura Şûştina Gurçikan Ajans

Amura Şûştina Gurçikan

Silêmanî Tenduristî

Parêzgeha Silêmaniyê xwe amade dike ku projeyeke tenduristiyê ya pispor a şûştina gurçikan bi buhayê 13 milyon dolarî pêk bîne; ku avahiyeke nû vedihewîne û bi 80 amûrên pêşketî li navçeya Qirgê ya bajêr tê amadekirin.

Endamê Komîteya Tenduristiyê li Encûmena Nûnerên Îraqê, Dr. Rêkewt Hemereşîd, got ku girêbesta projeyê bi buhayê zêdetirî 13 milyon dolarî hatiye îmzekirin û tekez kir ku kar dê di heyama pêş de bikeve warê cîbicîkirinê.

Hemereşîd diyar jî kir ku, proje gaveke girîng e ji bo çareserkirina kêmbûna amûrên şûştina gurçikan û cihên ku ji bo pêşwazîkirina nexweşan li parêzgehê hatine veqetandin, ku ev yek beşdarî berfirehkirina kapasîteya navendên tenduristiyê û bilindkirina asta xizmetguzariyên bijîşkî yên ku ji bo nexweşên gurçikan tên pêşkêşkirin dibe.

Wî da zanîn ku, proje dê ne tenê li Silêmaniyê, lê li parêzgehên Hewlêr û Kerkûkê jî di çarçoveya planekê de ji bo pêşxistina xizmetguzariyên şûştina gurçikan û dabînkirina îmkanên pêwîst ên bijîşkî ji bo nexweşan re bê cîbicîkirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike