Pûtîn: Rûsya,Ukrayna û Amerîka dê li Îmaratê bicivin
Cîhan 04:33 PM - 2026-11-07
Ajans
Vladîmîr Pûtîn Serokê Rûsya
Vladîmîr Pûtîn Serokê Rûsya ragihand ku roja rojên 10 û 11ê vê heyvê
civînek sê alî di navbera Rûsya, Ukrayna û Amerîka dê dê bê encamdan ji bo gotûbêjkirina
misogeriyên ewlehiyê, kêmkirina aloziyê, mijarên mirovî û riyên çareserkirina qeyrana
Ukrayna.
Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Kremlînê Dmitrî Peskof
ragihand ku şandeya Rûsî ya ku dê beşdarî civînê bibe, dê bi serokatiya
Şêwirmendê Kremlînê Vladîmîr Medînskî be, û dê cîgirên wezîrê derve Sergey
Ryabkov û Mîxayîl Galûzîn, Serokê Hewalgiriya Leşkerî ya Rûsî Îgor Kostyukov,digel
Yurî Zîgarlûfskî yê ku yek ji efserên payebilind yên sererkamiya giştî ye, û
berpirsên din yên dîplomatîk û leşkerî di nava xwe de bihewîne.
Peskof diyar kir ku civîn dê li pişt deriyên girtî
bên lidarxistin û dê behsa misogeriyên ewlehiyê yên ji bo aliyan bikin, û tekez
li ser pêwîstiya ku ev misogerî dualî bin kir.
Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Amerîkî Stêv Wîtkof got: Rojeva
civînê kêmkirina aloziyê, mijarên mirovî, ligel gotûbêjkirina pêngavên pêşerojê
ber bi gihîştina bi çareseriyekê ji bo van qeyranan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

