Trump: Me êrîşeke sînordar kiriye ser Îranê

Cîhan 09:56 AM - 2026-11-07
Serokê Amerîka Donald Trump Ajans

Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku artêşa welatê wî şeva borî êrîşeke nû û sînorkirî biriye ser armancekê li nava Îranê û sîstemeke parastina asmanî ya wî welatî kiriye armanc.

Êrîş di demên berbangê yên roja Şemiyê 7/11/2026`an de hatiye encamdan, dema ku Trump di daxuyaniyekê de ji bo rojnamevanan li eyaleta Florîdayê, êrîş wekî "sînorkirî" bi nav kir.

Trump her wiha da zanîn û got: Îraniyan baregeheke piçûk a parastina asmanî çêkiribûn, lê di nava pînce heta 15 deqîqeyan de me bi temamî ew têk bir.

Ji aliyekî din ve, medyayên Îranê belav kirin ku dengê du teqînên bi hêz li navçeya 'Suza' li girava Qişm a li başûrê Îranê hatiye bihîstin, ku li ser Deryeya Hurmuz dinêre. Li gorî zaniyariyan, armancên artêşa Amerîkayê li giravên Qişm ligel navçeya Bender Ebas a li ser bejahiyê bûn.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike