Rûksen Mihemed: Du tabûrên YPJê tevlî hêzên erkên taybet a Sûriyê dibin

Kurdistan 09:00 PM - 2026-11-06
Şervanên YPJ Malpera YPJ

Şervanên YPJ

Rojavayê Kurdistanê

Wezareta Navxwe a Sûriyeyê razî bûye ku, du tabûrên temamî ên jinên şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)'ê di nava Hêzên Erkên Taybet ên wezaretê de werin erkdar kirin.

Berdevka YPJ'ê Rûksen Mihemed di vê derbarê de ji malpera "The Amargi" re ragihandiye:  Wezareta Navxwe a Sûriyeyê rizamendî li ser tevlîkirina du tabûrên YPJê di nav hêzên erkên taybet de daye, diyar jî dike ku, danûstandinên yekbûnê hîn di qonaxên xwe yên destpêkê de ne, û rêkxistinên sereke hîn nehatine çareserkirin.

Rûksen Mihemed diyar kir ku, her tabûrek dê nêzî 400 şervanan bihewîne, her wiha tabûreke dê ser bi Parêzgeha Helebê be ku, dê li Kobanê û Efrînê werin bicih kirin, di heman demê de tabûra din dê li Parêzgeha Hesekê were bicihkirin.

Berdevka YPJ'ê aşkere kir jî ku, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) lîsteyên hezar û 484 şervanên jin pêşkêşî rayedarên wezaretê kirine, lê heta niha tu bersiv wernegirtine.

Her weha got jî: Rêkxistinên ji bo şervanên derveyî van her du tabûran dê cuda werin gotûbêj kirin, di nav de yekbûna wan a muhtemel di nava Hêzên Ewlehiya Hundir de ku wekî Asayiş têne zanîn.

Rûksen Mihemed amaje bi wê yekê jî kir ku, ev lihevkirin paşeroja YPJ'ê yekalî nake û tekez kir ku têgihiştinên heyî ne peymaneke dawî ne li ser hemû hûrgiliyên yekbûnê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike