Tengava Hurmizê.. Koreya Başûr hêzan bi cih dike û Tehran jî hişyariyê dide
Cîhan 10:36 AM - 2026-11-05
Ajans
çavdêriya Tengava Hurmiz
Koryeya Başûr
firokeyeke çavdêriya deryayî û tîmeke nehêştina teqemeniyan li nêzî Tengava Hurmizê
bi cih dike ji bo parastina rêrewê.
Îro pêncşemê 5/11/2026an,
Wezareta Berevaniyê ya Koryeya Başûr ragihand ku plan dike firokeyeke çavdêriya
deryayî û tîmeke taybet a pûçalkirina teqemeniyan li nêzî Tengava Hurmizê bi
cih bike. Ev yek di çarçoveya erkêkî de ye ku armanca wê ewe ku ev rêgeha avî
vekirî bimîne.
Ev daxuyanî di demekê
de tê ku Sêol tekez dike ku ew ê ti hêzeke leşkerî ji bo beşdarbûna di şerê
Îranê de neşîne û amaje bi wê yekê dike ku ew tenê hewl dide ji bo parastina
hatûçûya bazirganî û dabînkirina enerjiyê bi rêya yek ji rêgehên herî girîng ên
stratêjîk ên cîhanê.
Ajansên Koryeya Başûr
belav kirin ku pêvajoya çavdêriyê keştiyeke şer, firokeyeke çavdêriya deryayî
ji cureya "P-8" tîmeke tinekirina teqemeniyan û kelekeke bê şofêr
dihewîne.
Ji aliyekî din ve, Tehranê
hişyarî da Korêya Başûr li ser encamdana her pêngaveke bi vî rengî, ev yek
piştî wê yekê hat ku Sêol ragihand ku ew ê lêkolîn û piştrastkirinê ji bo
ewlehiya rêgeha avî bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

