Cîgirê Serokê Herêmê pêşwazî li Şazade Xanim Besme keça Telal kir
Kurdistan 11:59 PM - 2026-11-04
Ragihandna Cîgira Serokê Herêma Kurdistanê
Cîgira Serok û Şahzada Xanim Besme keça Talal
Îro, 4ê
Mijdara 2026an, Şêx Cefer Şêx Mistefa, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê
pêşwaziya Şazade Xanim Besme keça Melîkê koçkirî (Telal kurê Ebdulah) yê Urdinê
û şandeke pê re kir.
Di
hevdîtinê de, Cîgirê Serok her ku xêrhatinî li wan kir, pêşxistina peywendiyên
dostane û dîplomatîk yên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de bi giring
zanî.
Her wiha
hatina wê ya di ahengdariyê de digel xizmetkirina mafên zarok û ciwanan,
hişyarkirina wan li hember astengiyên jiyanê û çareserkirina pirsgirêkên wan,
bilind nirxand.
Aliyê xwe
ve, Şazade Xanimê kêfxweşiya xwe derbarê serdana xwe bo Herêma Kurdistanê û banghêşa
wê ji bo bajarê Silêmaniyê û beşdarbûna wê di Konferansa Navneteweyî ya Zanistî
de ku derbarê zarok û ciwanan de bû, anî ziman.
Her weha
asta bilind û şiyana pêkvejiyana Kurdistaniyan bi hemû çîn û pêkhateyên wan ve
li Herêma Kurdistanê bilind nirxand.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

