Yekîtiya Ewropa mazûvaniya danûstandinên derbarê Ukrayna dike

Cîhan 03:53 PM - 2026-11-04
Alên welatên YE Ajans

Alên welatên YE

Cîhanî

Bi armanca berdewamiya danûstandinên berê derbarê şerê navbera Rûsya û Ukrayna yên ku li Miami hatibûn kirin Yekîtiya Ewropa û çend welatên din mazûvaniya danûstandinên derbarê Ukrayna dike.

Komîsyona Ewropa ragihand ku îro roja Çarşemê rêkefta (04-11-2026).an bi tevlîbûna nûnerên  Amerîka,Ukrayna, NATO û hevalbendên Ewropî, mazûvaniya civîneke derbarê Ukrayna saz dike.

Berdevka Komîsyona Ewropayê Paula Pinho ji rojnamevanan re li Brûkselê got: Komîsyona Ewropayê îro mazûvaniya civînekê bi nûnerên Ukrayna, DYA, Fransa, Almanya, Brîtanya, NATO û Banka Cîhanî dike, û ev civîn dê bibe berdewamiya danûstandinên berê yên ku li Miami hatibûn kirin.

Di civîna lûtkeyê de derbarê planeke serfiraziyê û gerantiyên ewlehiyê ji bo Ukraynayê dê bên gotûbêjkirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike