Wezîrê Veguhestinê yê Îspanya dest ji kar kişand

Cîhan 02:39 PM - 2026-11-04
Wezîrê Veguhestinê yê Îspanyayê Oscar Puente Ajans

Wezîrê Veguhestinê yê Îspanyayê Oscar Puente

Cîhanî

Wezîrê Veguhestinê yê Îspanyayê piştî bşyera trêna ku di 28ê Cotmehê de rû da û zêdetirî 70 kesan jiyana xwe ji dest dan, dest ji karê xwe kişand.

Bûyera trêna ku di 28ê Cotmehê de li Îspanya rû da Wezîrê Veguhestinê yê Îspanyayê Oscar Puente ragihand ku ew ji ber du bûyerên trêna ku di 18ê Şubat û 28ê Cotmehê de rû dabûn û bi giştî herî kêm 119 kesan jiyana xwe ji dest dane, dest ji karê xwe kişand.

Puente got: Li welatekî wekî Îspanya, wezîrekî veguhestinê nikare piştî du qezayên wiha giran di nava kêmtirî salekê de li ser erk û posta xwe bimîne.

Li Îspanya îsal du bûyerên mezin yên trêna rû dan,pêşî, di 18ê Şûbatê de nêzî Adamuz ya herêma Kordobayê, ji ber ku du trên ji rê derketin herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan û 170 kes birîndar bûn.

Di bûyera duyemîn de jî, di 28ê Cotmehê de, du trênên lez yên ku seferên Madrîd-Endulus dikirin, li herêma Kastîlya-La Mançayê li bajarê Toledo li hev xistin ku di bûyerê de 74 kesan jiyana xwe ji dest dan û 98 kes birîndar bûn.

PUKMEDIA








zêdetir tamaşe bike