Tomatbarekî pilebilind ê DAÎŞê li Kerkûkê hat girtin
Kurdistan 01:51 PM - 2026-11-04
PUKMEDIA
Dijeteror
Îro çarşemê 04.11.2026, dezgehê Dije Terora Îraqê destgîrkirina tohmetbarekî pilebilind ê çeteyên DAÎŞê li parêzgeha Kerkûkê ragehand.
Dezgehê Dije Terora Îraqê di ragehandinekê de diyar kir: Di çarçoveya hewlên berdewam de bo rawedûçûna paşmayên çeteyên DAÎŞa tîrorîst û bedûvçûna endamên wan, dezgehê dije terorê şiyan tohmetbarekî li parêzgeha Kerkûkê destgîr bikin.
Di ragehandinê de hatiye: Proseya destgîrkirinê li gorî fermana destgîrkirina pêştir hatiye ku ji aliyê dadwerê lêkolînê taybetmend bi kêşeyên dezgehê dijeterorê ve derketiye u rêkarên yasayî yên pêdvî beramberî wî hatine wergirtin.
Tekez jî kir ku, dezgehê dijeterorê berdewam e li ser operasyonên xwe bo bedûvçûna daxwazkaran bo dadgehê û rawedûçûna paşmayên çeteyên DAÎŞa tîrorîst, bi awayekî ku asayiş û aramiya bihêztir dike û parastinê li selametiya hevwelatiyan dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

