Serok Bafil: Yekîtiya Jinan beşekî qutnebûyî yê têkoşîna rewa ya gelê me ye

Kurdistan 11:18 AM - 2026-11-04
Bafil Celal Talebanî PUKMEDIA

Bafil Celal Talebanî

Jin

Birêz serperiştar û rêveberên Yekîtiya Jinên Kurdistanê,
Bi boneya 37emîn salvegera damezrandina rêxistina we, em ji dil germtirîn pîrozbahiyên xwe li we dikin û hêviya serketina berdewam ji we re dixwazin.

Dîroka tijî serwerî û xizmetên Yekîtiya Jinên Kurdistanê, selmandina wê rastiyê ye ku rêxistina we her tim sengarê xurt a parastina mafên jinan û beşekî qutnebûyî bûye ji bo têkoşîna rewa ya gelê me û dîroka biriqandî ya Yekîtiyê. Em destxweşiyê li we dikin ji bo wê pêngava nûgerî û bernameya pêşketinxwaz a ku we girtiye ber xwe ji bo domandina xizmetên xwe û em li bendê ne ku ew stratîja nû ya ku we daniye bibe werçarxaneke girng ji bo piştgiriya serxistina daxwazên rewa yên jinan di welatê me de.

Em di Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, ji baweriya xwe ya nexuşandî ve wekî her tim parêzvanên rastqine yên bidestxistina mafên we ne, em bi we re ne ji bo dabînkirina jîngehê guncaw da ku jinên wêrek û azad ên Kurd di qadên siyasî, îdarî û civakî de bibin xwedî biryara rastqine û derfeta wekhevî ji wan re bê amadekirin di birêvebirin û serxistina civaka me de.

Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike