Qubad Talebanî salvegera damezrandina Yekîtiya Jinan pîroz dike
Kurdistan 10:15 AM - 2026-11-04
PUKMEDIA
Qubad Talebanî
Bi boneya 37 salvegera damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, Qubad Talebanî piştevaniya xwe bo Yekîtiya Jinan piştrast kir
Serpereştiyar û rêveberên Yekîtiya Jinên Kurdistanê
Di 37 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê de,
pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî we û hemû endamên rêxistina we dikim.
Yekîtiya Jinan bi dîrok û têkoşîna xwe beşekî girîng di
parastina maf û pêgeha jinan de li Kurdistanê bi dest xistiye. Di vê qonaxê de
jî, nûvekirina rêxistina we û berçangirtina ramanên nû, gavekî girîng e ji bo
avakirina pêşerojekî bihêztir.
Ez kêfxweş im ku di heyama salekê de we kar û çalakiyên
curbicur pêk anîn, ku ev yek dê bibe destpêkeke bandorker ji bo wê xizmeta ku
di pêşerojê de pêşkêşî jinên Kurdistanê bikin.
Ez hêvî dikim û daxwaz ji we dikim ku nûbûna xwe bikin
destpêkeke din ji bo nêzîkbûna zêdetir ji daxwaz û pêdiviyên îro yên jinên
Kurdistanê, û bibin dengekî û piştgirekî rastîn ji bo daxwaz û mafên wan û
beşdarbûna wan a çalak di hemû waran de.
Di vê bîranînê de, ez piştgiriya xwe ji bo Yekîtiya Jinan û
hemû hewldan û çalakiyên we ji bo bihêzkirina pêgeha jinan li Kurdistanê dupat
dikim.
Qubad Talebanî
Serperiştyarê Buroya Sekreteriyeta Serok Mam Celal
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

