Aliyan zengê boykot û ne yasabûna rûniştina parlemanê lê didin

Kurdistan 07:43 PM - 2026-11-03
 Parlemana Kurdistanê PUKMEDIA

Parlemana Kurdistanê

Aliyek li Parlemana Kurdistanê hewla encamdana civîna parlemanê dide, lê beşekzêde ji aliayan bi sedema neyasabûnbûnê, beşdarî rûniştinê nakin û boykota civîna dikin, ev ji di demekê de ye ku serokê dîwana parlemana Kurdistanê dibêje: Tenha îmzay çarî sê (43) parlamentarmên me hatiye  bi mebesta rûniştina parlemanê sibê.

Fraksiyona PDKê di civîneke çapemeniyê de daxwaz kir ku civîna parlemanê sibê bê encamdan,di heman demê de, nameyek jî li ser navê Serokatiya Nivîsgeha Pareamana Kurdistanê hat weşandin, yê ku qaşo daxwaza civîna parlemanê kiriye,lê, Erdelan Mihemed Serspî, serokê Dîwana Serokatiya Parlemana Kurdistanê, di daxuyaniyekê de got. En qet ji daxuyaniyê ne agahdarin, di demekê de ku tenê 43 parlamenteran daxwaza civîna parlemanê kirine.

Di daxuyaniya serokê Dîwana Serokatiya Parlemana Kurdistanê de hatiye gotin ku heya nia hejmara yasayî ya ji bo rûniştina Parlemena Kurdistanê, ku (1 + 50) e, bi fermî ne hatiye wergirtin.

Fraksiyona YNK: Emê tevlî rûniştina parlemanê ya sibê nebin

 Di vê çarçoveyê de Azad Heme Emîn, endamê fraksiyona YNKê li Parlemana Kurdistanê, ragihand ku wekî fraksiyona Yekîtiyê ew bi ti awayî tevlî rûniştina sibê ya Parlemana Kurdistanê nabin.

Wî her wiha ragihand ku destpêkirina rûniştinên parlemanê pêdivî bi danûstandinên di navbera hemû aliyan de heye û pêwîste li serê komdengiya aliyan çêbibe, ji ber ku ti aliyek bi tena serê xwe nikare biryarê li ser destpêkirina rûniştinên parlemanê.

Komela Dadgerî: Emê nebin beşekî parlemanakê ku hatibe astengkirin

 Ev jî di demekê de ye ku, Mehemed Hekîm Berdevkê Komela Dadgerî ya Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir: Civîn û çalakirina parlemana Kurdistanê ya ku hatiye dîzaynkirin û astengkirin, peywendiya wê bi me re nîne û em li ser biryara xwe ya rast in, ku bi ti awayî emê nebin beşekî parlemanekê ku li ser bingehê dîzaynkirin û destwerdana li vîna rastîn ya gelê me hatiye avakirin û astengkirin.

Rewta Helwêst: Emê tevlî rûniştina parlemanê nebin

 Her wiha Rewta Helwêstê di daxuyaniyekê de li ser rûniştina sibê ya Parlemana Kurdistanê diyar kir: Rewta Helwêstê tevlî rûniştina parlamentoyê nabe ji bo hilbijartina desteya serokatiya parlemanê, ji ber ku Helwêstê ji destpêkê ve biryar da ye bibe opozîsyon, û erka opozîsyonê nîne ku desteya serokatiyê ji bo hêzekê yan du hêzên desthilatdar re hilbijêre û paşê ew serokê herêm û hikûmetê diyar bikin.

Fraksiyona Yekgirtû: Em bi fermî ji rûniştina sibê nehatine agahdarkirin
Di heman demê de, serokê fraksiyona Yekgirtû li Parlemana Kurdistanê derbarê rûniştina sibê ya parlemanê de got: Ji bo civînê em bi fermî ji aliyê serokatiya parlemanê ve ne hatine agahdarkirin û me ji medyayê bihîstiye ku parlemanê bi niyaze bicive.

Piştre Serokê bi temen yê parlemanê: Ezê serokatiya rûniştina sibê nekim.
 Paşê, Mehemed Silêman Serokê bi Temen dibêje: Ezê serokatiya rûniştina sibê ya parlemanê nekim.

Hêro Eta: Rûniştina sibê ne yasayî ye

 Her wiha parlamentara serbixwe Hêro Eta di postekî de li ser hesabê xwe yê taybet yê li tora civakî ya Facebookê de nivîsandiye: Rêkarên rûniştina sibê ya Parlemana Kurdistanê ne yasayî ne, lewma ez tevlî rûniştinê nabim.

Wê her wiha dazanîn: Heya niha bi fermî em ji aliyê dîwana serokatiya parlemanê ve ne hatine bangkirin û her biryarek ji bo rûniştinê ji aliyê serokatiyê ve neyê dan, ne yasayî ye.

Parlemana Kurdistanê ku ji 100 endaman pêk tê, li gorî yasayê pêdivî ye 50+1 yanî 51 parlamentar îmze bikin daku rûniştina parlemanê bi rengekî yasayî pêk were,lê niha tenê 43 parlamentar daxwaza rûniştina parlemanê kirine ku ji fraksiyona PDKê û hinek parlamenterên Xirîstiyan û Turkmen pêk tên, ew hejmar jî rêjeya yasayî temam nake û eger rûniştin bê kirin jî wekî ne yasayî tê dîtin.

PUKMEDIA

 

zêdetir tamaşe bike