Şandek Wezareta Çandiniyê bi mebesta pêşvebirina kerta çandiniyê li welatê Çîkê ye
Kurdistan 11:50 AM - 2026-11-03
PUKMEDIA
Şanda Wezareta Çandiniyê
Şandeke bilind ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Bêgerd
Talebanî, Wezîra Çandiniyê û Çavkaniyên Avê, gihiştin welatê Çîkê û armanca
serdanê jî xurtkirina peywendiyan û pêşvebirina jêrxana çandiniyê ya herêmê ye.
Li ser bingeha vexwendineke fermî ji aliyê Wezîrê Çandiniyê yê welatê
Çîkê ve, şande ji hejmareke zêde ji kompaniyên Herêma Kurdistanê yên di warê
av, çandiniyê, serweta ajalan û veterîneriyê de pêk tê.
Di çend rojên bê de, hevdîtineke taybet bi Wezîrê Çandiniyê yê Hikûmeta
Çîkê re tê encamdan û forumeke çandiniyê ji bo kompaniyên di navbera Herêma
Kurdistanê û welatê Çîkê de bi amadebûna her du wezîran tê rêxistin.
Herwiha çendîn serdanên meydanî di warê çandiniyê û pond, bendav, awayê
îdarêdana avê, serweta ajalan û veterîneriyê de tên encamdan.
Ev serdan bi mebesta pêşvebirina peywendiyên di navbera her du aliyan
de, danûstandina bazirganî, peydakirina derfetên kar, sûdwergirtina ji ezmûna
hevdu, û misogerkirina derfetên veberhênanê di hemû waran de ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

