Êrîşa Amerîka li ser Îranê bihayê neftê bilind kir

Cîhan 09:30 AM - 2026-11-03
Bilindbûna bihayê neftê Medya

Bilindbûna bihayê neftê

 Îro Sêşem rêkefta (03-11-2026).an bihayê neftê li bazarên cîhanê zêdetir bilind bû û yek bermîl nefta Brênt bi zêdetirî 105 dolarî tê firotin û kirîn.

Li gorî malpera (OIL PRICE) yek bermîl nefta Brênt 55 sent din bilind bû û bi 105 dolar û 3 sent tê bazirganîkirin, her weha yek bermîl nefta Texasê jî bilind bû ji bo 97 dolar û 6 sentan.

Sedema bilindbûna zêdetir ya bihayê neftê vedigere ser êrîşa Amerîka ya şeva borî li ser Îranê. Ku medyaya Îranê belav kir ku dengê çend teqînan li girava Qeşm û Bendera Lencê ya parêzgeha Hurmuzganê hatiye bihîstin.

 Ev yek careke din metirsiya destpêkirina şerê neh mehî yê di navbera her du welatan de zindî kir, bi taybetî ku tê gotin piştî encamdana hilbijartina nîvî kongresê li Amerîka ku îro bi rêve diçe, eger heye ku Amerîka êrîşeke nû ya leşkerî li dijî Îranê pêk bîne.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike