Hilbijartina nîvî ya xûla kongreya Amerîka bi rêve diçe
Cîhan 09:19 AM - 2026-11-03
Medya
Hilbijartina nîvî ya xûla kongreya Amerîka
Hilbijartina nîvî ya xûla kongreya Amerîka bi
beşdariya 210 milyon dengdêran dest pê dike, piştî ku ji navetasta meha Îlonê
ve dengdan bi riya posteyê û pêşwext dest pê kiribû, piştî ku Hilbijartin ji bo
Komarparêz û Demokratan diyarkere, her çend ew serok hilnabijêre jî.
Di vê hilbijartinê de, pêşbazî li ser 435
kursiyên Civata Nûneran û 35 kursiyan ji 100 kursiyên Civata Pîran (Senatoyê)
tê kirin,her weha li 36 welayetan parêzgarên nû tên hilbijartin, lê serokê
welêt têde nayê hilbijartin û ji bo du salên din li ser postê xwe dimîne ku di
vê demê de Donald Trump serokatiyê dike.
Girîngiya vê hilbijartinê ewe ku kontrolkirina
kongresê û desthilata bangkirin û çavdêriya komîteyên girîng dide partiya
serketî, û ev yek rê dide partiya serketî ku lêkolînê li ser desthilata
cîbicîkar ya serokê welêt bike yan jî rê lê bigire.
Di vê hilbijartinê de, eger Demokrat piraniya Civata
Pîran (Senatoyê) bi dest bixin, ewê desthilata redkirin yan paşxistina kandîdên
Trump hebe ji bo postên bilind û Dadgeha Federal ya Amerîkayê.
Ev di demekê de ye ku di dema niha de Demokrat
xwediyê 214 kursiyan û Komarî xwediyê 219 kursiyanin, her weha ji bo ku nîv û
yekî zêdetir di Civata Nûneran de hebe, ew pêdivî bi 218 kursiyan hene.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

