800 malbatên koçber ên Serêkaniyê wê vegerin warên xwe

Kurdistan 10:07 PM - 2026-11-02
Karwanê Koçberên Serêkaniyê ANHA

Karwanê Koçberên Serêkaniyê

Serê Kaniyê Koçber

Zêdetirî 800 malbatên koçber ên ji Serê Kaniyê di nava du karwanan de amadekariyan dikin ku vegerin herêmên xwe yên li gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê.

Cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê Mehmûd Xelîl ji ajansa ANHAyê re ragihandiye ku, birêvebirina her du karwanan di çarçoveya hewldanên wan e ji bo vegerandina koçberan bo herêmên wan de tê.

Mehmûd Xelîl  tekez kir û got: Di vê hefteyê de dê 2 karwanên koçberên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê vegerin gund û warên xwe.

Karwanê şeşemîn ê koçberên Serêkaniyê di 21ê Cotmeha borî de ji kampên penaberiyê ber bi herêmên xwe yên resen li gundewarên Serêkaniyê û Til Temir û Zirganê ve çûn û zêdetirî 600 malbat tê de bûn, ev yek jî hevdem bû bi vegera nêzîkî 115 malbatên ku li Serêkaniyê dijiyan bo herêmên xwe li bajarê Hesekê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike