Milyarderên Amerîkayê şerê Kongresê yekalî dikin

Cîhan 05:23 PM - 2026-11-02
Avahiya Kongresa Amerîkayê Ajans

Avahiya Kongresa Amerîkayê

Bi nêzîkbûna roja hilbijartinên nîvdemî yên Amerîkayê re ku biryare sibe Sêşemê 3ê Mijdara 2026an bên lidarxistin, bandora dewlemendên mezin û karsazan di qada siyasî de bilind dibe.

Ev yek di bin siya herikandina milyaran dolaran de ji bo piştgirîkirina namzed û kampanyayên hilbijartinan pêk tê, di nav pêşbirkekê de ku ne tenê bi hevrikiya kevneşopî ya di navbera her du partiyên Komarxwaz û Demokratxwazan de sînorkirî ye, belku dirêjî şerekî berfirehtir ê ji bo nifûs û bandorkirinê li ser arasteyên siyaseta Amerîkayê di qonaxa bê de jî dike.

Lîsteyeke ku ji aliyê rojnameya New York Times ve hatiye weşandin eşkere kir ku, 20 mezintirîn bexşerên ji bo hilbijartinên federal di dewra niha de nêzîkî 2 milyar dolar pêşkêş kirine.

Musk li pêş e û Komarparêz sûdwergirê herî mezin in

Milyarder Elon Musk ku bi bexşên ku gihîştine 445,6 milyon dolaran (piraniya wan ji bo piştgirîkirina Komarparxwazan in) di rêza pêş de ye.

Ev hejmar mezinbûna rola dravê taybet di arastekirina pêşbirka hilbijartinan de nîşan didin, bi taybetî di bin siya bilindbûna xercên li ser reklamên siyasî de. Daneyên şîrketa (AdImpact) a pispor di şopandina xercên medyayî de diyar dikin ku hilbijartinên niha di nav hilbijartinên herî bi mesref de ne, bi kêmî ve ji dewra sala 2018an ve.

Elon Musk di lîsteya bexşerên mezin de di rêza pêş de ye, piştî ku wî 445,6 milyon dolar ji bo piştgirîkirina Komarxwazan terxan kirin. Wî sûd ji şiyana xwe ya berfireh a darayî wergirt ji bo xurtkirina hebûna Partiyê di pêşbirkên hilbijartinan de, di nav de pêşbirka li ser kursiyê Senatoya li eyaleta Teksasê.

Di rêza duyem de herdu hevser (Richard û Elizabeth Uihlein) bi bexşên 150 milyon dolarî ji bo Komarxwazan tên, li dû wan jî rêxistina (One Nation) bi 137.9 milyon dolarî tê ku şaxê ne-qezencdar ê sindoqê Senate Leadership Fund e ku piştgiriyê dide namzedên Komarparêz di hilbijartinên Senatoyê de.

Hilbijartinên ku dê paşeroja Kongreyê diyar bikin

Her wiha damezrînerên şîrketa Andreessen Horowitz, Marc Andreessen û Ben Horowitz, bi bexşên ku gihîştine 116,4 milyon dolaran di rêza çarem de cih girtin. Veberhêner Jeff Yass bi 110,4 milyon dolarî bû pêncem, û bala xwe da ser siyasetên bacê, perwerdehiyê û rêziknameyên girêdayî platforma TikTok.

Li aliyê din, milyarder Michael Bloomberg wekî yek ji mezintirîn piştgirên Demokratan derket pêş, piştî ku wî 84,8 milyon dolar pêşkêş kirin ku bi piranî armanc dikirin piştgiriyê bidin namzedên Demokrat ên ku ji bo kursiyên Encûmena Nûneran (Meclîsa Nûneran) hevrikiyê dikin.

Mezinahiya bexşên ku ji aliyê dewlemendên mezin ve hatine pêşkêşkirin nîşan dide ku şerê ji bo kontrolkirina Kongreyê êdî ne tenê bi piştgîriya gel ji namzedan û bernameyên wan ên siyasî ve sînorkirî ye, belku her wiha bi şiyana kampanyayan ve jî girêdayî ye ku ji bo gihîştina bi dengdêran û seferberkirina piştgiriya hilbijartinan fînansmana pêwîst peyda bikin.

Drav wekî faktoreke yekalîker di şerê siyasî de

Bi nêzîkbûna roja dengdanê re, pirsîn der barê sînorên bandora serwetiya taybet di çêkirina biryarên siyasî yên Amerîkayê de û asta şiyana bexşerên mezin di arastekirina pêşîniyên her du partiyan de derdikevin pêş, bi taybetî di wan dosyayên ku berjewendiyên aborî bi qanûndanînên hikûmî re lê digihin hev.

Bi vî awayî, milyarên dolarên ku ji aliyê bexşerên mezin ve hatine herikandin, ne tenê wekî piştgirekî darayî ji bo kampanyayên hilbijartinan xuya dikin, belkî ew aliyekî bingehîn ê şerê hejmûnê jî nîşan didin ku dê pîvana hêzên di nava Kongreya Amerîkayê de di qonaxa bê de diyar bike.

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike