Zelenskî û Erdogan derbarê vekirina Korîdora Genim li hev kirin
Cîhan 02:54 PM - 2026-11-01
Haber. Com.
Kongreya Rojnamevanî ya Erdogan û Zelenskî
Serokê Ûkrayna Volodimir Zelenskî serdana Tirkiyê kir û li Stenbolê bi
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya.
Erdogan û Zelenskî li ser ji nûve karkirina Korîdora Genim li hev kirin
Serokê Ûkrayna Volodimir Zelenskî, di serdana xwe ya Turkiyê de bi
Serokkomar Recep Tayîp Erdogan re civiya û her du aliyan rewşa ewlehiyê ya li
Deryaya Reş, Korîdora Genim û hewldanên rawestandina şerê di navbera Rûsya û
Ûkrayna de hatin gotûbêjkirin û her du aliyan li ser ji nûve xebitîna Korîdora
Genim li hev kirin.
Her wiha egera lidarxistina
civîneke sê alî ya di navbera serokên Amerîka, Rûsya û Ûkrayna de li Turkiyê
hate destnîşankirin.
Piştî hevdîtinê, Erdogan û Zelenskî civîna çapemeniyê li dar xistin.
Erdogan: Em amade ye ji bo vekirina rêya aştiyê her hewldaneke pêwîst
bike
Serokkomarê Turkiyê got ku wan hewldanên dawî yên ji bo gihîştina aştiyê
li Ukrayna û rewşa ewlehiyê ya li Deryaya Reş bi hûrgulî nirxandine û bal
kişand ser êrîşên li dijî keştiyên sivîl û got: Ev êrîş ji bo tu aliyekî
sûdê nagihînin û tekez Tirkiye amade ye ji bo vekirina rêya aştiyê her
hewldaneke pêwîst bike.
Ji aliyê xwe ve Zelenskî jî ragihand ku wî û Erdogan li ser xebitîna ji
nû ve ya Korîdora Genim ya Deryaya Reş li hev kirine.
Zelenskî: Egera sazkirina civînên sê alî yên di asta serokatiyê de li Turkiyê heye û em piştgiriyê didin wê pêşniyarê.
Zelenskî got: Xebat ji bo lidarxistina civîneke di asta serokatiyê de,
bi beşdariya serokên Amerîka, Rûsya û Ûkrayna hîna jî didomin û got: Egera
lidarxistina civînên sê alî yên di asta serokatiyê de li Turkiyê heye lewra
welatê wî piştgiriyê dide wê pêşniyarê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

