Koryeya Bakur ceribandina bombeyeke nû da xuyakirin
Cîhan 10:05 AM - 2026-11-01
KCNA
Ceribandina mûçek
Di ceribandineke nû
ya leşkerî de, Koriyeya Bakur bi serkeftinî bombeyeke gulebarandinê ceriband ku
dikare 12 heta 13 hêktar erd bike toz, di heman demê de soz da ku heta dawiya
îsal wî cureyê serikên şer (kelawe) zêdetir belav bike.
Li gorî ajansên nûçeyên fermî yên Koryeya Bakur, Pyongyangê bombeyeke
komî ku dikare li ser mûşeke balîstîk a taktîkî bê bicihkirin ceriband û soz da
ku ew ê heta dawiya îsal cureyên cûda yên komî belav bike.
Di heman demê de li gorî ajansa Yonhap a Koreya Başûr jî,
bombeya gulebarandinê bi dehan heta bi sedan teqemeniyên biçûk ber dide, ev yek
jî rê dide ku bi berfirehî rûberekî mezin û armancên cihêreng bide ber çavan.
Ji aliyekî din ve, enstîtûyên lêkolînê yên bi ser Rêveberiya
Mûşekan ve piştrast kirin ku komên şer ê bombeya gulebarandinê ya nû ya Koreya
Bakur, xwediyê şiyana herî bilind a wêrankirinê ye û dikare navçeyeke
armanckirî ku rûberê wê di navbera 12 û 13 hêktar erdî de ye, bike toz.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

