Herêma Kurdistanê dikeve nexşeya şûnwarên cîhanê
Kurdistan 05:11 PM - 2026-10-31
Ragihandina Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Kelepûran
Dîtina çend şûnwaran
Di dîtineke cîhanî û bê wêne de,careke din navê
Soran û Herêma Kurdistanê li ser nexşeya şûnwarî ya cîhanê cih girtiye.
Zêdetirî heft hezar sal berê, rûniştvanên kevin yên
gundê Banehêlkê li devera Soran, jêhatineke matmayîker ya endezyarî û avakirinê
nîşan dane ku berê di cîhana akademîk a cîhanî de ne hatiye dîtin.
Di 28ê 10ê 2026.an de,di kongreyeke rojnamevanî ya
taybet de ku li Navenda Lêkolînên Zanistî ya Zanîngeha Soran, bi hevkariya
navbera Rêveberiya Şûnwar û Kelepûrê ya Soran, Zanîngeha Otonom ya Barselonayê
(UAB) û Zanîngeha Selahedîn hat encamdan, yek ji girîngtirîn dîtinên şûnwarî
yên serdema Xelef (zêdetirî 7 hezar sal berê) hate eşkerekirin.
Ji bo yekem car di dîroka şûnwarnasiya cîhanî de,
hate dîtin ku avahiyeke kêm wêne û balkêş di sîstema nixumandina ban (Seqif) de
di serdema Xelef de heye, ya ku ronahiyê dixe ser jiyana rojane û şêwaza
avakirinê ya mirovê kevn li dilê çiyayên Zagrosê.
Hêjayî gotinê ye, Soran her tim hêlîna şaristaniyê
bûye û dîroka mirovahiyê ji van çiyayên serbilind ve serî hildaye û her
berdewam bersiva gelek pirsên girîng yên dîrokî lê tê dayîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

