Li Yunanê 51 kesan bi Vîrusa Nile West canê xwe ji dest dan

Cîhan 03:09 PM - 2026-10-31
Belavbûna Vîrusa West Nile (Nîle Rojava) Ajans

Belavbûna Vîrusa West Nile (Nîle Rojava)

Tenduristî

Li Yunanê hejmara nexweşên Vîrusa West Nile (Nîle Rojava) ya kujer, ku bi riya mêşan tê veguhestin, zêde dibe ku ji destpêka salê ve,li welêt 457 bûyer hatine tespîtkirin û 51 kes ji ber vîrusê mirine.


Vîrûsa West Nile bi riya Mêşan te veguhastin

Li Yunanê, hevsê yê Turkiyê, bûyerên Vîrusa Nîla Rojava ya kujer, ku bi rêya mêşên vegirtî tê veguhestin, ji havînê ve bi berdewamî zêde dibin.

Li gorî rapora dawî ya Rêxistina Tenduristiya Giştî ya Neteweyî ya Yunanê ya di 29ê Cotmehê de, ji destpêka sala 2026.an vir ve li welêt 457 bûyer hatine tespîtkirin û 51 kes ji ber vîrusê mirine.

Di 287 ji wan rewşan de,nîşanên ku bandorê li sîstema demarî ya navendî dikin, wek iltihaba mêjî,yan felcbûna sist ya akût, hatine dîtin,di 170 nexweşên din de, nîşan sivik bûn yan jî tevlîbûna sîstema demarî ya navendî tune bû.

Yunan,piştî Îtalya li Ewropa di rêza duyemîn de ye ku herî zêde nexweşên vîrusa Nîla Rojava lê hene,li welatê Yunanê ku nifûsa wê nêzîkî 10 milyon kesin, tê texmînkirin ku piştî Îtalya nifûsa wê nêzîkî 60 milyonin hejmara bûyeran li Ewropayê gihîştiye asta herî bilind, ku ji ber mercên hewayê yên îsale.

Her çend piraniya kesên ku bi vîrusa West Nile vegirtî ne,nexweşiyê bê nîşanan dikişînin jî di hin rewşan de dibe ku ta Serêş û êşa Masûlkeyan hebe.

PUKMEDIA







zêdetir tamaşe bike