Dahatên Îraqê ya heşt mehan ji 45 tirîlyon dînaran derbas bûne

Êraq 01:04 PM - 2026-10-31
Seroka Desteya Çavdêriya Dahatê Sozan Ebdullah Mihemed Ajansa Îraqî

Seroka Desteya Çavdêriya Dahatê Sozan Ebdullah Mihemed

Îraq

Desteya Giştî ya Çavdêriya Sazkirina Dahatên Federal, îro Şemiyê, ragihand ku dahatên welat heta meha Tebaxê ya borî nêzî 45.355 tirîlyon dînaran bûne, her wiha da xuyakirin ku %77 ji wê dahatê yên petrolî ne.

Seroka Desteya Giştî ya Çavdêriya Sazkirina Dahatên Federal, Sozan Ebdullah Mihemed, ji Ajansa Nûçeyan a Îraqê re ragihand: Budçeya sala 2027an hîn jî di qonaxa amadekirina projeyê de ye, û bi awayê xwe yê dawî nehatiye pejirandin, û guhertin û nîqaş li ser hêj berdewam in.

Wê tekez kir ku: Beşdariya desteyê di vekolîna bingeh û pîvanên dabeşkirina çavkaniyên federal de pêwîstiyek e ji bo misogerkirina dadperwerî û şefafiyetê, û xurtkirina ewlehiya biryarên têkildarî terxankirina dravê giştî, li gorî Xala (106) ya Destûra Îraqê.

Ebdullah got: "Desteya Giştî ya Çavdêriya Sazkirina Dahatên Federal di meşandina erkên xwe de dispêre ser bingehên destûrî û qanûnî, di serî de Xala (106) ya Destûra Îraqê û Qanûna Desteyê ya hejmara (55) ya sala 2017an, bi awayekî ku şefafiyet û dadperweriyê di terxankirina çavkaniyên federal de misoger bike.

Wê got jî: "Em di xebata xwe ya çavdêriyê de balê dikişînin ser piştrastkirina rastbûna daneyên darayî, şopandina dahatan ji qonaxa mafdarbûn, komkirin û spartina li Xezîneya Giştî ve, heya digihîje terxankirin û dabeşkirina çavkaniyan, her wiha şopandina aliyê xerabî û derketina ji rêgezên darayî û xurtkirina çavdêriya pêşwext.

Sozan Ebdullah Mihemed ew yek jî zêde kir û got: Ji bo diyarkirina girîngiya vê yekê, daneyên Wezareta Darayî heta 31ê Tebaxa 2026an nîşan didin ku dahat gihiştine nêzî 45.355 tirîlyon dînaran, ku ji wan 34.726 tirîlyon dînaran dahatên petrolê ne bi rêjeya %77, û 10.629 trîlyon dînaran jî dahatên ne-petrolî ne bi rêjeya %23, di heman demê de giştî xerckirinê gihîştiye nêzî 78.9 tirîlyon dînaran, ku ji wan nêzî 75.8 tirîlyon dînaran xercên rojane ne û 3.1 tirîlyon dînaran jî xercên veberhênanê ne, bi ferqeke di navbera dahat û xerciyan de ku digihîje nêzî 33.6 tirîlyon dînaran.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike