UNHCR: Pêdiviya Sûriyê,Lubnan,Efganistan û Ukrayna bi alîkariya lezgîn heye

Cîhan 09:59 PM - 2026-10-30
Jiyana Koçberan Ajans

Jiyana Koçberan

Neteweyên Yekbûyî Cîhanî

Komîserê Bilind ê Penaberan yê NY (UNHCR) ragihand li welatên Sûriyê, Lubnan, Efganistan û Ukrayna nêzîkî 9 milyon kes bi nêzîkbûna zivistanê re pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî ya lezgîn ku heye.

Komîserê Bilind ê Penaberan yê NY (UNHCR) destnîşan kir ku ew hewl dide ku herî kêm 50 milyon Dolar ji bo peydakirina alîkariya zivistanê berhev bike.
Rêvebira Têkiliyên Derve yê UNHCR`ê, Dominique Hyde, hişyarî da li ser kêmbûna çavkaniyan û zêdebûna lêçûnan û destnîşan kir ku bi milyonan mirov di metirsiya rûbirûbûna mercên hewayê yên dijwar de ne û pêwîstiya wan bi parastina bingehîn û alîkariya mirovî ya lezgîn heye.

Li Sûriyê, UNHCR diyar kir ku vegera bi mîlyonan penaberan piştî hilweşandina rejîma Beisê êşa wan bi dawî nekir, ji ber ku gelek kesên vegeriyayî hîna jî bê cihwar, cil û berg û germkirinin, ji ber ku fînansmana ji bo dabînkirina hewcedariyên wan yên bingehîn, kême.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike