Daxwazek bo guhertina mîlaka leşkerî bo sivîl pêşkêşî parlemanê hate kirin
Êraq 09:42 PM - 2026-10-30
Taybet
Ayat Edhem Endama Civata Nûnerên Îraqê
Endamek ya Civata Nûnerên Îraqê radigihîne ku daxwaziyeke
parlamenterî hatiye pêşkêşkirin ji bo guhertina mîlaka leşkerî bo sivîl, ji bo
ew karmendên ku di saziyên ewlehiyê de kar dikin û xwedanê bawernameya bekaloryos
yan bilindtirin.
Ayat Edhem, endama Civata Nûnerên Îraqê, di postekî
de li tora civakî ya Feysbookê ragihandiye,bi hejmarek parlamenterên din re me
daxwaziyeke parlamenterî pêşkêş kiriye ji bo guhertina mîlaka leşkerî bo sivîl
û di niha de peyrewiya temamkirina rêkarên pêwîst dikim, ji bo piştrastbûna
parastina mafên ew kesên ku daxwazî wan digire ber xwe.
Her wiha ragihandiye armanc ji vê daxwaziyê
sûdwergirtine ji bawername û pisporiyên akademîk yên xwedanên bawernamên
zankoyî di warê sivîl de, bi taybetî digel kêmbûna karmendên sivîl û nebûna
kadroyên pispor li gorî pêdiviyên kertên ciyawaz.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

