Bihayê petrolê 117 dolarî ji bo her bermîlekî derbaz dike

Cîhan 08:01 PM - 2026-10-30
Kêlegeha Petrolê Ajans

Kêlegeha Petrolê

Ji ber zêdebûna dilgiraniyan li ser kêmbûna dabînkirinê û piştî xurtkirina êrîşên Hûsiyên Yemenê li ser Erebistana Siûdiyê, îro Înê bihayê petrolê bilind bû.

Îro li bazarên cîhanê bihayê petrolê bilindbûnek dît, bi ahecûrekê ku bihayê petrola Brênt %2.44 zêde bû û gihîşte 117 dolar û 7 senetan, her wiha petrola xav ya Amerîkî bi %2.21 bilind bû û gihîşte 104 dolar û 3 senetan ji bo her bermîlekî.

Ev yek di demekê de ye ku nêzîkî çar heyvane bihayê her du cûrên petrolê di bilindbûnê de berdewam e.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike