YNKê vekirina xwe li hember hêzên demokratîk yên li Cîhana Erebî xurt dike
Kurdistan 03:31 PM - 2026-10-30
PUKMEDIA
Aliyek ji çalakiyên roja duyemîn yên konferansê
Şandeke payebilind ya Yekîtiya Nîştimaniya
Kurdistanê (YNK), bi serokatiya Se’idî Ehmed Pîre, beşdarî xebatên Kongreya
Giştî ya Sêyem ya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a li Cîhana Erebî dibe ku li
paytexta Urdunê Ammanê, bi beşdariya serkirde û nûnerên partî û hêzên
demokratîk û pêşverû yên herêmê tê lidarxistin.
Partiya Demokrat ya Sosyal ya Urdunê
mêvandariya kongreyê dike, ku xebatên roja xwe ya duyem û dawî, îro Înî 30ê Cotmeh
ya sal 2026.an, di nava rojevekê de didomîne ku behsa paşeroja hevpeymaniyê li
ser astên siyasî û rêxistinî dike, û di nav de gotûbêjkirin û pesendkirina
belgeya siyasî û rêziknameya navxweyî, hilbijartina komîte û postên serokatiyê
yên di desteya kargêrî de hene, her wiha radestkirina serokatiya hevpeymaniyê û
ragihandina daxuyaniya dawî.
Rûniştinên
kongreyê, ku xebatên xwe duh Pêncşemê dest pê kiribûn, şahidiya diyalogan li
ser çend pirsên herêmî kirin, di serî de doza Filistînê û mafê gelê Filistînê
yê çarenûsa xwe de, qeyrana Yemenê û riyên vegerandina saziyên dewletê û
bidestxistina aştiyê, ligel doza Kurd û nêrînên çareserkirina pirsgirêkên
pirrengiya çandî û olî bi rêya çareseriyên demokratîk.
Her wiha
gotûbêjan behsa riyên yekxistina hewldanên hêzên demokratîk û pêşverû,û
xurtkirina xebata partizerî ya hevbeş ji bo rûbirûbûna zêdebûna bandora herikên
rastgir, û parastina prensîbên demokrasî, dadmendiya civakî û wekheviyê kirin.
Îro Înî,
xebatên roja duyem ya Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat ya li Cîhana Erebî,
ku li paytexta Urdunê Emanê tê lidarxistin, bi beşdariya şandeke payebilind ya
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya Se’idî Ehmed Pîre, berdewam in.
Beşdariya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di
vê kongreyê de nîşaneya giringîpêdana wê ye bi xurtkirina peywendiyên xwe bi
hêz û partiyên demokratîk re li Cîhana Erebî, û beşdarbûna di diyalogên siyasî
yên armanc ji wan piştgiriya demokrasî, pirrengî û aramiyê ye li herêmê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

