Wezîrê Dadê: Divê pirsgirêkên Kurdên Feylî bi dadmendî bên çareserkirin

Êraq 04:43 PM - 2026-10-29
Wezîrê Dadê yê Federal Dr. Xalid Şiwanî Ragihandina wezaretê

Wezîrê Dadê yê Federal Dr. Xalid Şiwanî

Wezîrê Dadê yê Federal Dr. Xalid Şiwanî tekez kir ku hikûmet di rakirina zilm û zordariyê de li ser Kurdên Feylî bi biryare û da zanîn ku komîteya rakirina bandorên neyînî li ser Kurdên Feylî pêşniyarên xwe pêşkêşî Encûmena Wezîran dike.

Dr. Xalid Şiwanî di daxuyaniyekê de ji bo Ajansa Nûçeyan a Îraqî ya fermî got: Komîteya rakirina bandorên neyînî li ser Kurdên Feylî bi fermaneke dîwanî ji aliyê Serokwezîr ve û bi serokatiya Wezîrê Dadê û nûnerên wezaretên din hat avakirin.

Wezîrê Dadê diyar kir ku: Armanca sereke ya vê komîteyê ew e ku pêşniyarên pêwîst ji Encûmena Wezîran re pêşkêş bike, ji bo rakirina bandorên xirab ên ku di encama polîtîkayên zordar ên rejîma berê de gihiştine Kurdên Feylî, ji koçberkirinê bigire heta jê standina regeznameyê, girtin û desteserkirina mal û milkên wan û nedayîna wekheviyê ligel welatiyên din.

Dr. Xalid Şiwanî got jî: Êdî dema wê hatiye ku ev maf ji wan re bên vegerandin û dadmendî ji wan re bê kirin, ji ber ku di dema rejîma berê de zilma li wan hatiye kirin, lê heta niha me ew wekî ku tê xwestin ne anîne cih, lewma ev mijar pêdivî bi çavdêriyeke taybet heye û helwesta hikûmetê di rakirina zilm û zordariya ku li ser Kurdên Feylî hatiye kirin de neguhêr e, û em ê bi gavên pêbawer biçin ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan.

Wî da xuyakirin ku: Pêşniyar û civîn dê dem bi dem bin û komîte di civîn û pêşkêşkirina pêşniyarên pêwîst û şopandina cîbicîkirina pêşniyaran de berdewam e.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike