Sizayê zîndanîkirin li ser du parlamenteran hat sepandin

Êraq 04:19 PM - 2026-10-29
Desteya Destpakî ya Îraqê Ragihandina Desteya Destpakî ya Îraqê

Desteya Destpakî ya Îraqê

Desteya Destpaki ya Îraqê radigihîne: Sizayê şeş sal zîndankirinê û vegerandina 30 mîlyar dînarî ji bo parlamenter Musena Samerayî û sizayê pênc sal zîndankirinê û vegerandina çar mîlyar dînarî li ser parlamenter Ziyad Cenabî hat sepandin.

Îro 29ê 10ê 2026an, Desteya Destpaki ya Îraqê ragihand: Bi tohmeta gendeliyê û qezenckirinê di girêbestên parzûngehên petrolê de, sizayê şeş sal zîndankirinê li ser Musena Samerayî, endamê Encûmena Nûnerên Îraqê hat sepandin.

Amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku: Navbirî di şîrîniya girêbestan de bi gendeliyê, 30 mîlyar dînar bi dest xistine û divê wan vegerîne.

Desteya Destpaki ya Îraqê her wiha ragihand: Hrt îro parlamenter Ziyad Cenabî bi pênc sal zîndankirin û vegerandina çar mîlyar dînarî hat sizakirin.

Diyar jî kir ku: Ziyad Cenabî di girêbestên Şîrketa parzûngehên Bakur de ji wan çar mîlyar dînarî sûd wergirtiye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike