Kovareke Zanîngeha Silêmaniyê naskirina navneteweyî bi dest xist
Kurdistan 04:00 PM - 2026-10-29
PUKMEDIA
Kongireya Rojnamevanî ya Serokê Zanîngeha Silêmaniyê Pro. Dr. Kosar Mihemed Elî
Serokê Zanîngeha Silêmaniyê radigihîne: Bi hewldan û
westandina çend salan a stafa akademîk a zanîngehê, Zanîngeha Silêmaniyê
destkeftiyeke din bi dest xist û razîbûn hat dayîn li ser wergirtina yek ji
kovarên me yên zanistî di platforma cîhanî ya (Scopus)ê de, ku ev yek jî asta
bilind a lêkolînên zanistî yên zanîngeha me diyar dike.
Serokê Zanîngeha Silêmaniyê Pro. Dr. Kosar Mihemed Elî, di
konfranseke rojnamevanî de ragihand: Zanîngeha Silêmaniyê şeş kovarên wê hene û
hewl daye ku platformeke înternetê ji bo wan çêke daku em bikarin biçin nav
platformên cîhanî yên wekî (Scopus û Clarivate) û bi xweşbextî îro kovara
(Sulaimani Dental Journal) ku yek ji jurnalên me ye di platforma (Scopus)ê de
hat wergirtin.
Wî her wiha ragihand: Belavkirina kovara Zanîngeha
Silêmaniyê di (Scopus)ê de nîşaneya wê rastiyê ye ku lêkolînên Zanîngeha
Silêmaniyê girîng in, ji ber ku ev destkeftiya kar û westandina çend salan a
stafeke mezin a Zanîngeha Silêmaniyê ye ji lêkolîner, akademîsyen û
zanisthezan.
Wî got jî: (Scopus) mezintirîn dataya înternetê û
platformeke cîhanî ye ji bo kurtelêkolîn û lîstêkirina lêkolînên zanistî, ku ji
aliyê şîrketa navdar (Elsevier) ve ji sala 2004an ve tê birêvebirin.
Platforma (Scopus)ê, bi hezaran kovar di warên cûda de yên
wekî bijîşkî, endezyarî, zanistên mirovî, civakî û huner dihewîne û ji bilî
kovarê, lîsteya pirtûkên zanistî û gotarên kongreyên navneteweyî jî dihewîne.
Di heman demê de agahî û kurte lêkolîna hemû gotaran, ligel
rêjeya belavkirinê û çend caran anîna serçavkaniya wan (Citations) nîşan dide,
lewma belavkirina lêkolînê di kovarên pêbawer ên nav Scopusê de nîşaneya kalîte
û bilindahiya asta zanistî ya lêkolînê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

