Parlamena Îraqê dê deng bide endamên komîteyên mayînde
Êraq 09:56 PM - 2026-10-28
Wah
Civata Nûneran ya Îraqê
Civata Nûneran ya Îraqê dê di rûniştina sibe de deng bide serok û endamên komîteyên hevbeş.
Nivîsgeha ragihandinê ya Civata Nûneran ya Îraqê, bernameya karê ya rûniştina
sibe ya civîna parlamenê belav kir, ku tenê xalekê di nava xwe de digire û
taybete bi dengdana li ser serok û endamên komîteyên hevbeş yên parlamenê.
Her li gorî xişteyê, rûniştina Civata Nûneran ya Îraqê ya sibe di 29.10.2026an de di saet 02:00ê
piştî nîvro de tê encamdan.
Ev yek di demekê de ye ku Civata Nûneran ya Îraqê di 17.02.2026an de peyrewa
navxweyî ya parlamenê sererast kir û komîteyên mayînde kirin 22 komîte.
Herwiha komîteya çand, ragihandin, geştûguzar û kelepûrê kirin yek,di heman demê de di 11.03.2026an de deng da 11 komîteyan, bi vî rengî 11
komîte man ku bila deng li ser bê dayîn,diyarkirina serok û endamên komîteyan
jî pêwîstiya xwe bi têgihiştina siyasî ya di navbera fraksiyonên Civata Nûneran ya Îraqê
û pêkhateyên wê de heye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

