Koma govendê ya Sterkên Efrînê atmosferê maça tîma Efrînê û tîma Meyadînê germ kir

Kurdistan 08:53 PM - 2026-10-28
Koma Govendê ya Sterkên Efrînê Komeleya Lêlûn

Koma Govendê ya Sterkên Efrînê

Rojavayê Kurdistanê

Koma Govendê ya Sterkên Efrînê, ku girêdayî Lêlûnê ye, di dema yariya tûra duyemîn ya ku di navbera Yaneya Efrînê û Yaneya Meyadînê de li yarîgeha Şaredariyê ya li bajarê Helebê hate lîstin, pêşkêşiyên govenda folklorî pêşkêş kir.

Di van pêşkêşiyan de çend beşên govenda folklorî hebûn ku atmosfereke taybet û kêfxweş li maçê zêde kirin.

Yaneya Efrînê di maça tûra duyemîn de li hemberî yaneya Meyadîn ya Dêrazorê bi encama 3-0 serkeftin bi dest xist.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike