Serokwezîrê Îraqê gihîşt Şamê û dê bi Şeri re bicive

Êraq 02:24 PM - 2026-10-28
Ehmed Şeri û Elî Zeydî PUKMEDIA

Ehmed Şeri û Elî Zeydî

Serokwezîrê Îraqê gihîşt Şamê û bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şeri re civiya û gotûbêj li ser xurtkirina peywendiyên di navbera her du welatan û hevkariya hevbeş kirin.

Li gorî daxuyaniyeke ji nivîsgeha ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê, Şere li Balafirxaneya Şamê pêşwaziya Zeydî kiriye û paşê bi hev re li Koşka Gel dicivin.

Her li gorî daxuyaniyê, di civînê de behsa xurtkirina peywendiyên di navbera her du welatan de dikin, ligel berfirehkirina hevkariya di navbera Îraq û Sûriyeyê de.

Elî Zeydî Serokwezîr ligel Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şeri, behsa veguhastina petrola Îraqê bi rêya tankeran bo Sûriyeyê, ligel avakirinava boriya veguhastina nefta Îraqê bo Bendera Banyasê jî dikin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike