Li Kongoyê hejmara pêketiyên Ebolayê 10 hezar derbaz kir
Êraq 11:26 AM - 2026-10-28
CGTN Africa
Pêketiyên Ebolayê
Îro,
ajansa nûçeyan ya Reutersê li ser bingeha daneyên Enstîtuya Tenduristiya Giştî
ya Komara Demokratîk ya Kongo belav kir ku, hejmara pêketiyên piştrastkirî yên Vîrusa
Ebolayê li wê welatî 10 hezar halet derbaz kir, di demekê de ku fikarên derbarê
metirsiya belavbûna lezgîn ya vîrusê li ser welatên din yên parzemîna Efrîkayê
bi rengekî berçav zêde bûne.
Li gorî
amarên fermî yên tenduristiyê yên Kongoyê, heya niha 10 hezar û 60 kes bi
vîrusê ketine û di nava wê hejmarê de 4 hezar û 887 kesan jî xwe ji dest dane ku
bi vê yekê zirarên herî mezin yên canî û tenduristî gihiştine wê welatê.
Şarezeyên
zanistî yên pijîşkî tekez dikin ku kontrolkirina belavbûna vîrusa Ebolayê tenê
bi riya girtina ber çend gavanên lezgîn û giştî ve dibe، di nav de dîtina lezgîn ya pêketiyan، kerentînekirina wan ya tund، şopandina hûr ya kesên berketî û
xurtkirina rêkarên xweparastinê di berjewendiya pêşîgirtina li pêşveçûna
zêdetir ya petayê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

