Êrîşên li ser Siûdiyê bihayê petrolê bilind kirin
Kurdistan 10:04 AM - 2026-10-28
Medya
Petrol
Piştî du
rojan ji daketinê bihayê petrolê li bazarên cîhanê berê xwe da bilindbûnêbi rengekî ku
bihayê yek bermîla petrolê xav ya Brênt gihîşt ser 115 dolaran û petrola xav ya
Teksasê jî bi zêdetirî 101 dolaran tê bazirganîkirin.
Îro; Çarşem rêkefta 28ê Cotmehê ya 2026an peymanên pêşerojê yên petrola xav ya Brênt
ji bo yek bermîlî bi rêjeya 1.5% bilind bûn û gihîştin 115 dolar û 54 sentan,di heman demê de
peymanên ji bo bermîleke petrola xav ya rojavayê Teksasê gihîştin 101 dolar û 39 sentan.
Ev
bilindbûn piştî wê yekê tê ku Hûsiyan roja Sêşemê ragihandin ku hêzên wan
parzûngeheke (refîngeheke) petrolê li Siûdiyê kirine armanc ku parzûngeha herî mezin
ya welête,pisporên aborî û şirovekar destnîşan dikin ku bazar di vê demê de ji
qonaxeke aloz derbaz dibin û li bendê ne ku rewşa siyasî û hilbijartinên
Amerîka diyar bibin.
Ev yek di
demekê de ye ku, tenê
rojek berê, rayedarên Siûdî, Turkiye û Pakistanî li Tehranê civînek li dar
xistibûn daku rewşê aram bikin û herêmê aram bikin.
Şarezayên
aborî û şirovekarên kompaniya (ING) destnîşan dikin ku bazar di vê demê de ji
qonaxeke aloz derbaz dibin û li bendê ne ku hilbijartinên nîvê xula ya Amerîka
di 3yê Mijdarî de bi dawî bibin daku ronahiyeke zêdetir bikeve ser helwesta
siyasî û leşkerî ya Amerîka li hemberî rewşa Îranê û Rojhilata Navîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

