Keçek Efrînî ji nav 33 keçan ji bo tîma fotbolê ya Almanya hat hilbijartin

Kurdistan 09:29 AM - 2026-10-28
Hindrîn Mihemed Memo Medya

Hindrîn Mihemed Memo

Hindrîn Mihemed Memo ji gundê Qîle yê ser bi navçeya Cindirêsê ve li Efrînê tevlî tîma gûlayê (fotbolê) ya eyaleta Saksonya Jêrîn ya Almanyayê ji bo kategoriya temenê 13 saliyê dibe.

Di serkeftineke werzişî ya taybet de، zaroka bi navê Hindrîn Mihemed Memo hat hilbijartin ku tevlî tîma eyaleta Saksonya Jêrîn ya Almanya ji bo kategoriya bin 13 saliyê bibe، ew jî di navbera 33 keçan de li ser asta tevahiya eyaletê.

Hindrîn wekî keça Kurd a bi tenê ji Efrînê، bi taybetî ji nahiya Cindirêsê tê naskirin ku vê serkeftinê bi dest xistiye، ku ev yek ji bo malbata wê û xelkê navçeya wê dibe cihê serbilindî û serfiraziyê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike