Îraq beşdarî lûtkeya welatên hinardekarên gaza xwezayî li Rûsyayê dibe
Êraq 10:08 PM - 2026-10-27
PUKMEDIA
Serokê Rûsiya
Îro 27ê Çiriya Pêşîn a 2026an, Dr. Ezet Sabir Cîgirê Wezîrê
Petrolê yê Îraqê yê Karûbarên Gazê, beşdarî civîna lûtkeya welatên hinardekarên
gaza xwezayî bû ku bi serokatiya Vladîmîr Pûtîn, Serokê Rûsyayê hate
lidarxistin û ragihand: Di çar salên derbasbûyî de me 20% ji şewitandina gazê
kêm kiriye û sektora xwe ya gazê pêş xistiye.
Di civînê de, Dr. Ezet Sabir gotara Îraqê pêşkêş kir û
ragihand ku di çar salên derbasbûyî de me 20% ji şewitandina gazê kêm kiriye û
sektora xwe ya gazê pêş xistiye.
Her wiha di çarçoveya civînê de, Cîgirê Wezîrê Petrolê yê Îraqê
yê Karûbarên Gazê bi Serokê Rûsyayê, Qeterê, Îranê, Serokwezîrê Cezayîrê, û her
wiha bi Wezîrên Petrolê yên Lîbya, Misir û Azerbaycanê re civiya.
Beşdariya Dr. Ezet Sabir Cîgirê Wezîrê Petrolê yê Îraqê yê
Karûbarên Gazê, di civîna lûtkeya welatên hinardekarên gaza xwezayî de di
demekê de ye ku Vladîmîr Pûtîn, Serokê Rûsyayê, banga Îraqê kiribû û Îraqê jî
beşdariyeke asta bilind tê de kir.
Her wiha ev civîn bi beşdariya Vladîmîr Pûtîn Serokê
Rûsyayê, Mesûd Pizîşkiyan Serokkomarê Îranê, Şêx Temîm bin Hemid Al Sanî Mîrê
Dewleta Qeterê, Mihemed Menfî Serokê Encûmena Serokatiyê ya Lîbyayê, Danyal
Fransîsko Çabo Serokomarê Mozambîkê, Tiyodoro Obiyang Ngîma Mbasogô Serokê
Komara Gînêya Îstîwayî, Fîlîp Mîşêlbîla Sekreterê Giştî yê welatên hinardekarên
gazê, ligel Serokwezîr û wezîrên welatên endam û çavdêrên forumê ve bi rê ve
çû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

