Serokê Rûsya: Karkirina bi kompaniyên Amerîkî re dinirxînin
Cîhan 05:31 PM - 2026-10-27
Ajans
Serokê Rûsya Vladimir Putin
Serokê Rûsyayê radigihîne ku welatê wî nirxandinê ji bo
xebata hevbeş bi kompaniyên Amerîkî re di projeyên enerjiya Cemsera Bakur de
dike, û her wiha dibêje: Rûsya di depoyên gaza siruştî de di rêza yekem a
cîhanê de ye û di warê hilberînê de di rêza duyem de ye.
Di gotarekê de di heştemîn lûtkeya civaka welatên
hinardekarên gazê de ku li Moskowê bi rê ve çû, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin da
xuyakirin ku welatê wî ji bo hevkariya teknolojîk di warê gaza siruştî de amade
ye û her wiha amade ye wê teknolojiyê ya ku pêş xistiye, bi welatên din re
parve bike.
Di beşekî din ê gotara xwe de, Serokê Rûsyayê ragihand: Heya
demekî berê hevkarên me yên ji Ewropayê di zeviyên me de bi me re dixebitîn, di
dema ku hevkarên me yên çînî berdewam in di xebatê de, û di vê gavê de jî em
nirxandinê ji bo xebata hevbeş bi Amerîkayê re dikin.
Di heman demê de bal kişand ser pozîsyona welatê xwe di
bazara cîhanî de û ragihand, Rûsya di depoyên gaza siruştî de di rêza yekem a
cîhanê de ye û di warê hilberînê de jî di rêza duyem de ye, û her wiha berdewam
e di xurtkirina serbixweyiya teknolojîk de di kerta enerjiyê de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

