Serokomar tekezî li girîngiya peywediyên hevseng yên herêmî û navneteweyî dike

Êraq 05:15 PM - 2026-10-27
Serokomar balyozên Îraqê li Macaristanê û Bulgaristanê re civiya Malpera Serokomariyê

Serokomar balyozên Îraqê li Macaristanê û Bulgaristanê re civiya

Serokkomarê Îraqê

Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî, îro Sêşemê 27ê Cotmehê 2026an, li Koşka Selam ya li Bexdayê, Balyoz Îhsan Elawî Hisên El-Dilêmî û Balyoz Heyder Elî Kûzad Siltan, her yek bi tenê pêşwazî kirin û ew wekî balyozên Komara Îraqê li Macaristanê û Bulgaristanê, destnîşan kirin.

Serokomar di dema her du hevdîtinan de, tekezî li ser girîngiya xurtkirina têkiliyên duqolî yên Îraqê bi Macaristan û Bulgaristanê re kir, û li ser pêşvebirina warên hevkariya hevbeş bi awayekî ku berjewendiyên dualî yên welat û gelên dost pêk bîne, da xuyakirin ku Îraq gelekî bi girîngî lê dinêre ku têkiliyên hevseng bi derdora xwe ya herêmî û navneteweyî re çêbike, û hevparbûnên çalak bi welatên dost û birayî re ava bike, da ku ev yek piştgiriyê bide aramî, pêşveçûn û geşepêdana li navçeyê.

Her wiha Serokomar bal kişand ser girîngiya rola ku nûneratiyên dîplomatîk ên Îraqê di nûnertiya welat û xurtkirina hebûna Îraqê li qada navneteweyî de dilîzin, û hêviya serkeftinê ji her du balyozan re di pêkanîna peywirên wan ên dîplomatîk ên nû de xwest.

Ji aliyê xwe ve, her du balyozan serbilindiya xwe bi pêbaweriya ku bi wan hatiye dan anîn ziman, û tekezî li ser wê yekê kirin ku ew ê bi hemû hêza xwe nûnertiya Îraqê bikin bi awayekî ku pozîsyon û berjewendiyên wê yên neteweyî nîşan bide, û ew ê bixebitin ji bo pêşvebirina têkiliyên duqolî di navbera Îraqê û her du welatên Macaristan û Bulgaristanê de û berfirehkirina derfetên hevkariya hevbeş.

Her wiha di dawiyê de spasiya rênîmayiyên Serokomar û girîngiya ku ew dide pêşvebirina xebata dîplomatîk û xurtkirina têkiliyên Îraqê bi welatên birayî û dost re kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike