Dadgeha Federal: Kesên biyani dikarin mal û mulk bikirin û veberhênanê bikin

Êraq 04:46 PM - 2026-10-27
Dadgeha Federalî ya Îraqê Dadgeha Bilind a Îraqê

Dadgeha Federalî ya Îraqê

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê  îro 27/10/2026 biryareke rejîma berê betal kir ku rê li ber welatiyên biyani digirt li Îraqê mulk bikirin û veberhênanê têde bikin.

Li gorî daxuyaniyekê ji Dadgeha Federal, ev biryar piştî wê yekê tê ku Serokwezîr li dijî Serokê Encûmena Nûneran gilî kiribû, bi armanca tanedanê li ser biryara hejmar (23) ya sala 1994an a Encûmena Serkirdatiya Şoreşê ya rejîma berê.

Dadgehê her wiha da zanîn ku biryara rejîma berê li dijî xalên (23, 25, 26) yên Destûra Îraqê ya sala 2005an e, û biryara nû li gorî xala (94) ya destûrê ye, her wiha dawî ye, û ji bo hemû desthilatdariyan pêwîst e, ev jî gaveke girîng e ji bo rakirina astengên li pêşiya veberhênana biyani.

PUKMEDIA






zêdetir tamaşe bike