Banka Navendî: Milyar dolar Amerîkî gihîşte Îraqê
Êraq 01:55 PM - 2026-10-27
PUKMEDIA
Banka Navendî ya Îraqê
Bireke mezin a dolaran ji Amerîkayê gihîşt Îraqê û tê
çaverêkirin ku dolarên din jî bên şandin. Ev dravê petrola firotî ya Îraqê ye.
Banka Navendî jî di daxuyaniyekê de diyar dike ku: Serokwezîrê Îraqê çavdêriya
hatina dolaran dike bi armanca asayîbûna bihayê dolar.
Banka Navendî di daxuyaniya xwe de her wiha ragihand: Nêzîkî
milyarek dolarên kaş gihîştin Îraqê û yedeka Îraqê jî ji 70 milyar dolarî
bilind bûye bo 80 milyar dolarî.
Li gorî daxuyaniya Banka Navendî ya Îraqê, bi rêya du
balafirên barhilgir dolarên kaş gihîştine Îraqê û di her balafirekê de nêzîkî
nîv milyar dolar hebûye.
Ev di demekê de ye ku Mihemed Daxîr, Berdevkê Bankê ragihandiye:
Yedeka dolarî nêzîkî 80 milyar dolare û rewş jî ji ya mehên 9 û 10 yên borî
gelekî baştir e. Wekî din, çend barên dolarên zêde di rê de ne û di van rojan
de digihên Îraqê.
Wî her wiha xist diyar: Başbûna yedeka dolarî di maweyê
mehên Îlonê û Tişrîna Yekem de ji ber dahata henardekirina petrolê bûye, ku
gihîştiye nêzîkî şeş milyar dolarî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

