Trump: Agirbesta bi Îranê re windakirina demê bû
Cîhan 09:21 AM - 2026-10-27
PUKMEDIA
Serokê Amerîkayê Donald Trump
Serokê Amerîkayê radigihîne: Agirbesta havîna borî ya
bi Îranê re windakirina demê bû û di demekî nêzîk de rûbirûbûna di navbera me
de diqede.
Donald Trump, Serokê Amerîkayê di çarçoveya civînekê de ji
bo hilbijartinên nîvê xula Kongreyê ku biryare di 3yê Mijdarê de bê
lidarxistin, ragihand: Me li ser agirbesteke demkî ku gelekî ne bi dilê min bû,
min di nêrîna xwe de digot ew windakirina demê ye, me rê da çend keştiyan ku ji
Tengava Hurmizê derbas bibin, me dixwest em baş bin, lê niha heta ku ez agahdar
im, her windakirina demê bû.
Wî her wiha ragihand: Amerîkayê ti hilbijartineke din nebû,
diviyabû ev kar gelekî berê bihata kirin û ya ku niha diqewime jî dê gelekî bi
lez biqede.
Ji aliyekî din ve, Ebas Êraqçî, Wezîrê Derve yê Îranê berê
tekezî li ser berdewamiya peywendiyên nerasterast bi Waşingtonê re bi rêya
navbeynkarên kiribû û amaje bi wê yekê kiribû ku Amerîka hewl dide şertên nû ji
bo pêşniyara Îranê ya derbarê agirbest û rêdan bi vekirina Hurmuzê zêde bike.
Ev daxuyaniyên Trump di demekê de ne ku hewldanên dîplomatîk
ji bo pêşîgirtina li serhildana nû ya rûbirûbûneke leşkerî ya berfireh berdewam
in, doh Tehranê mêvandariya danûstandineke ligel berpirsên bilind ên Siûdî, Pakistan
û Tirkiyeyê kir bi armanca kêmkirina aloziyan û avakirina kenaleha
danûstandinê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

