Serokkomar: Pêşxistina şiyanên hêzên çekdar û çespandina prensîbên disîplîn û jêhatîbûnê
Êraq 02:57 PM - 2026-10-25
PUKMEDIA
Serokkomar
Serokomarê Nîzar Amêdî, îro Yekşemê 25/10/2026 li Qesra
Aştiyê ya li Bexdayê, Wezîrê Berevaniyê birêz Nayf El-Şemerî pêşwazî kir.
Birêz Serokkomar di destpêka hevdîtinê de, pîrozbahî li birêz
El-Şemerî kir bi boneya hilbijartina wî wek Wezîrê Berevaniyê, û hêviya
serkeftinê di bicihanîna erkên wî yên neteweyî de jê re xwest.
Herwiha Serokkomar tekezî li ser girîngiya berdewamkirina
pêşxistina şiyanên leşkerî yên hêzên çekdar kir, û herwiha xurtkirina prensîbên
disiplîn û jêhatîbûnê, bi awayekî ku beşdarî bilindkirina asta amadebûna wan û
pêşxistina pêşkêşkirina wan bibe.
Herwiha amaje bi wê yekê kir ku divê planên pêşxistina saziya
leşkerî bispêrin xwendineke hûr a li ser astengiyên heyî, ku li gel pêşketinên
di awayên xebata leşkerî de biguncin, û xurtkirina şiyanên wê di parastina Îraqê
de û berevanîkirina li ser ewlehî, aramî û berjewendiyên wê yên neteweyî de
xurtir bikin.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Berevaniyê pêşîniyên karê wezaretê û
planên wê yên di qonaxa bê de xistin ber behsê, û spasiya piştgiriya Serokkomarê
birêz û giringiya ku ew dide pêşxistina saziya leşkerî û xurtkirina rola wê di
parastina welat û parastina serweriya wî de kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

