Dahata neh mehên borî ya petrola Îraqê 37 mîlyar dolar derbas kiriye
Êraq 08:06 PM - 2026-10-24
Wezareta Petrolê
Kêlgeheke Petrolê
Di neh mehên borî de Îraqê 533 mîlyon bermîl petrol hinarde
kiriye û Rewangeha ECO ya Îraqê jî eşkere dike ku dahata wê zêdetirî 37 mîlyar
dolarî bûye.
Rewangeha ECO ya Îraqê ku rewangeheke aborî ya serbixwe ya Îraqê,
di raporekê de amaje bi wê yekê kiriye ku li gorî datayên kompaniya SOMOyê ku
radestî Encûmena Nûneran a Îraqê kiriye, di neh mehên ewil ên îsal de 533
mîlyon û 459 hezar û 327 bermîl petrola xav hatiye hinarde kirin.
Her wiha dibêje, dahata wê rêjeya petrolê 37 mîlyar û 388
mîlyon û 384 hezar û 828 dolar bûye û zêdetirî 33 mîlyar dolarî ketiye ser
hesabê Banka Navendî ya Îraqê.
Wê ragihand ku petrola Herêma Kurdistanê jî di neh mehên
îsal de 25 mîlyon û 95 hezar û 454 bermîl bi rêya bendergeha Ceyhanê hatiye
hinardekirin ku bi giştî rojane dike 93 hezar bermîl.
Amaje bi wê yekê jî kiriye ku bi rêya bakur ve 50 mîlyon û
757 hezar û 644 bermîl bo Tirkiyeyê hatiye hinardekirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

