Piştî êrîşa Kerk.. Balyozxaneya Amerîka li Urdunê hişyariyeke ewlehiyê da
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-24
AP
Şahê Urdunê Şah Ebdullah yê Duyem
Balyozxaneya Amerîka
ya li Urdunê "hişyariyeke ewlehiyê" da û daxwaz ji welatiyên xwe kir
ku "baldar bin", ev yek piştî "êrîşa terorîstî ya ku dêreke Romên
Ortodoks li gundê Hemûd ê parêzgeha Kerkê kir armanc" a ku duh roja Înê
pêk hat, hat kirin.
Balyozxaneya Amerîkayê
li Urdunê da xuyakirin ku li navendên kirînê, balyozxaneyên biyanî li Ammana
paytext û cihên din tedbîrên ewlehiyê hatine xurtkirin.
Balyozxaneya Amerîkayê
li Ammanê di hişyariya ewlehiyê de got: Navendên bazirganî û cihên din, di nav
de balyozxaneyên biyanî yên li Ammanê jî hene, bi tundî tên parastin. Divê
welatiyên Amerîkî li gelek herêmên Urdunê li bendê bin ku polîs zêdetir belav
bibin.
Wê her wiha got: Em ji
welatiyên Amerîkî re tînin bîra xwe ku divê baldar bin, û em wan han didin ku
şopandina pêşketinên lezgîn ên ku ji aliyê desthilatdarên Urdunê ve têne
belavkirin, di nav de Rêveberiya Ewlehiya Giştî ya Urdunê bi riya hesabê xwe yê
li ser platforma X, bikin.
Ji aliyê xwe ve medyayên
Urdunê îro roja Şemiyê ragihandin ku hejmara kuştiyên êrîşa dêra Kerkê li
Urdunê derketiye 8 kesan, di heman demê de Wezîrê Tenduristiyê yê Urdunê eşkere
kir ku di nava birîndarên êrîşa dêrê de du rewşên giran hene.
Wezîrê Tenduristiyê yê Urdunê Îbrahîm El-Bedûr jî, îro roja Şemiyê ragihand ku 27
birîndarên bûyera teqandina çekan li parêzgeha Kerkê li çend nexweşxaneyan
derman dibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

