Êrîşeke terorîstî li Urdunê bû sedema çend qurbaniyan
Cîhan 11:19 PM - 2026-10-23
Ajans
Ala Urdinê
Ji ber êrîşeke çekdarî ya li nav dêreke parêzgeha Kerk a li
Urdunê, hejmarek kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Televîzyona fermî ya Urdunê eşkere kir: Êrîş ji aliyê
çekdarên nenas ve hatiye encamdan û hejmarek kes hatine kuştin û birîndar bûn,
hêzên ewlehiyê jî rûbirûyî çekdaran bûne û li pey wan digerin û ji ber êrîşê 7
kes hatine kuştin û 34 kesên din jî birîndar bûn, êrîş jî di dema merasîma oxirkirinê
de ji cenazeyekî re li dêrê bûye.
Wekî ku di dîmenên vîdyoyî de diyar dibe, sê çekdar li nav dêrê
fişek reşandin û piştre diçin hundir û piştî gulebarankirineke zêde bi
otomobîla xwe direvin, li gorî hinek çavkaniyan jî hejmara çekdaran çar kes
bûn.
Mihemed El-Mûminî Berdevkê Hikûmeta Urdunê ragihand: Saziyên
ewlehiyê li pey çekdaran digerin û piştre daxuyaniyê li ser bûyerê belav dikin.
Dêrê Hemûd dikeve gundê Hemûd ê parêzgeha Kerk a li başûrê
Urdunê, dêrê taybet bi Ersedoks e û xiristiyan li Urdunê kêmîneyeke olî ne, li
gorî amarên wî welatî hejmara wan dibe ji sedî 2 heta ji sedî 3 ê niştecihên
Urdunê. Xiristiyanên Urdunê li ser çend mezhebên olê dabeş bûne, di nav de
Romên Ersedoks, Kesolîk, Ermenên Orsedoksan û Protestan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

